Ez ji 01.01.2014 a û virde karê parêzvanîyê nakim. Hewger hûn bu hacetî parêzvanan bin, ji kerema xwe re harin bal parezvanên din.

 

Mafê Penaberan û Mafên Navnetewî

 

Gotar a ‚Asyl’ ji yewnanî( Grekî) tê û tê wateya cîyê parastî û Azad.

Di mîjoye Asyl da ji zilm û zorê parastin heye. Li Yunana kevn heta ji boyî kesên kûşdar ji ew Parastin di hate pejîrandin. Ew mafên Asyl ( Penaberî) li yewnan a kevn li cî û warê Olî (Tempel) li nav bajarê Athen di hate dayin. Li hamberî vê Romîya mafê Penaberîye (asyl) ne pejirandine. Ji ber kû Mafên Penaberîye (Asyl) li dijî Yaseya wan bu.

Ji ber rastîya Faşîzma Almanya Nazî di sedsala bûhirîde (çuyide) mafên penabertîyê ger li dada (hiquke) navnetwî û ger ji di dada (hiquqê) Almanî de giringîyek xweyî mezin heye. Heta hinek welatan li  balyozxaneyên xwe balyoza ji boyî penabera ji bi cî kirine. Le belê Almanyaya Federal rayedara rênekiriye balyozxane xwe. Kesên ku li parastinê digerin diwet berî her tiştî xwe bigîhinin Almanyaya Fedaral û vê yekê (penabertîyê) daxwaz bikin. Mafê penaberîyê di bingeha destûra (qanun) Almanya Federalde( Art.16a GG) ciye xwe girtiye. Lê belê ev maf bi destûrên dî hatiye tengkirin. Ji gotara ‚politische Verfolgung’ zora sîyasî  zora dewletê tê zanînê û ew zor diwe kû ji ber etnîse be, ji ber olî be, ji ber giredayîbuna cîyekî be anjî giredayîbuna bi kome (grub) kî be. Piştî guhartinen di destûrê (01.01.05) zor û zilma ji ber pîrekbunê( Jinbunê) û zor û zilma ku ne ji devletê têt û devlet nikaribe kesan biparêze ji boyi penaberîyê ( asyl)  hatine pejirandin.

 

Mafê penabertîyê, dan û standinên dadgehê, mafên kû di dema hêj Pass ne hatiye standinde, mafên kû piştî standina (bi dest xistina ) Pass ê û hemû mafên dî yên hene di gelek xalên(made) destûrê de (qanun) de hatine nivisandin û tevayên van xalan ji xwe disperên li hevhatinen (Abkommen) Navnetewi yên mîna Genfer Flûchtlingskonvention/ GFK û Europaische Menschenrechrskonvention/EMRK : Lihevhatina Genf ji boy Penabêran û Lihevhatina Mafên Mirovan ya Europa.

 

Li ser van beşên xebatê û bi teybetî li ser Rojhilata Navîn em xebata xweyi Parêzerîyê  didominin û li van ciyan

 

.   Tirkiye, Iraq, Surîye, Îran û li ser Rojhilata navin bi teybeti em di xebitin. Em tevekên Kurda ji van welata di nimînin(vertreten: temsîl).

 Em temamen Kurda ji her derî û ji her alîyên Kurdîstanê di nimînin

.  Bûroya (Ufîsa) me car dî bi teybetî li ser zilm û zora li ser JINAN ji ber îşkence û bûyeren di şer( ceng) de di xebite  û Jinan di nimîne.

 

 

Radestkirin (Auslieferung)

 

Radestkirin zêde balê nakêşîne ser xwe. Radestkirina ji boy welatên kû ne di Yekîtîya Ewrupa (YE) dene bi teybetî di IRG de(destûra-qanuna-li ser alikarîya nawnetewî di nav devletande di wateya cezayanda) hatiye saz kirin. xala bendikirinê(girtinê) ya Ewrupî bi biryara dadgeha bilind ya Almanya Fedarlwe di sala 2005 da hatiye rakirinê.

Radestkirin (Auslieferung) tê wateye kû welatekî ji Almanyaya Fedaral xwestiye kû kesekî bigre û bide wan ji ber kû ew kes li wî welatî tê lê gerandin û ew welat yan dixwaze wî kesî derêxe pêş dadgehe yan ji biryarekî dadgehê bi cî bîne yani wî kesî zîndan bike. Berî her tiştî diwê kû ew welat (dewlet) biryarekî bi rêya Interpolê derxe ji boy kesek ji welatekî di bê xwestinê. Bi rêvebirina dadgehê li dadgeha bilind ya wî cîyî te dîtin.

Di dilxwede dibê kû ji ber egerên sîyasî’tu kes neyet radestkirin. Lê belê gotara ‚egerên sîyasî’ gelkî teng têt bi nasîn. Heta kesên kû penabertîyan wan hatiye pejirandin ji diwe kû di hinek şert û zirufan de bêne radestkirin. Ji ber kû li gorî Yase yê –Madde:4 AsylVfG pejirandine penabertiye û radestkirin bi hev û dire ne giredayine. Lê hima dîsa ji dema xetera îşkencê li wî welatî(dewletê) hebe li gorî yasêye(Art.3 EMKR) radestkirin hatiye qedexekirin. Nîqaşa li ser vê babetê pişti kû Kemal Altun ji boyi neyet radestkirin boy Turkiye xwe kuşt gelkî geş bu. Li ser wan xalên di destûrêde hene bi zimane dadê (hiquq) maneyên nû anîne ziman û bi kar anîna xala zagoyê şopa xwe gohart. Dîtina dadgeha radestkirinê bi pirani bi girtinê yanji binçavkirinê dest pê dike.

                                  

Dibê Radestkirin  ‚Ausweisung’ (Biryara xelasbuna mafê mana li vî welatî) û ‚Abschiebung (derxistina dervayi sinoran bi desten Polisan û bi zorê) bi hewre neyêne gohartin.

 

a)      Ausweisung (Biryara xelasbuna mafê mana li wî welatî): Bi vê biryarê mafê mayina. yan jî sekinandina li vî welatî li gorî egeren kû di ‚AufenthG’de hatine nivisandin xelas dibe. Dibe kû egeren vê biryarê cezakirina li pêş dadgehe be anji dibe kû ev kes   xeterekî ji boyî Almanyaya Federal çêdike  u.w.d   Li ser biryara cergê bîyanîya  (Auslanderbehôrde)ji ev tê pekanîn.

 b)      Abschiebung (derxistina dervayi sinoran bi desten polisan û bi zorê): Bi vî biryarî biryarê derxistina derveyî sinoran’ ji alîyen hêzên dewletênve eger kû egera wê hebe bi zorê ji tê pêkanîn(Unmittelbaren Zwang)

 

Mafê Serîledana (Kesane)  Dadgeha Ewrupa ya Mafê Mirovan  Ji ber Îşkencê:

 

 

Di IRG de(Destûra-qanuna-li ser alikarîya nawnetewî di nav devletande di wateya cezayanda) herwisa disa alîkarîya hiquqî ji ji boyî şahidan hatîye saz kirin.  Pêvîstîya vê xalê ji ber vê yekê heye ku mirovekî (kesekî) penaber di kare li welatê ku ew lê penabertîyê dike ji ber Îşkence u tiştên dî yê ku pê mafên wîyî mirovahî hatine perçikqandin doz li hemberî îşkencevanên welatê ku ew jê hatî bike. Li ser vê wateyî em bi teybetî xebat dikin û em bi parêzêrên li Turkiye re bi hevre xebatê dikin. Li ser daxwazê em dikarin dawê li ser îşkencevanan li Turkiye rakin. Lê hima ji boy vê yekê dibê zêdeyî ku di destûrêde (qanunda) hatiye nivisandin dem derbas nebûbe û hindek dokument (pelik) di destde hebin( mîna pelika tixtor ya îşkencê yan ji tesîra îşkenceyî ya li ser psikoloji). Dema ku doz ê dest pê kir hindê şahidê me ew de li Almanya Federal li pêş dadgehekî doza xwe bîne ziman. Piştî ku ev doz li wî welatê ku îşkence lê çebîye li tevekên qatên dadgehêre derbas bu edî mirov dikare doz li Dadgeha Evrupî ya Mafê Mirovan rake.

 

Xala Rûniştinê ( perçek ji ‚ Zuwanderungsgesetz’ êye)

 

Di dendikê xala rûniştinê da, hatina vî welatî, runîştin, gelek rengên runiştinê, maf û stûrbarî (wezîfeyen dikevine ser milên mirov), xelasbuna runiştinê, tişten dervayî destûrê (qanun) u ceza û hemû tişten ku bi ne Almanare (miroven ku Passa wayî almanî tunene anji bîyanîyanre) girêdayîne hatine nivisandin.Xalên runiştinê li gorî armanc u sebebên runiştinê ji hev hatine veqetandin û ev sebeb u armanc eve ne.

              Xwendina li unîversîtê û hinbuna karekî, yekbuna malbatê (aîlê), karkirin (tenê ji boy mirovên ku xwendina bilind kirine mina unîversîte) û karmend, egeren mirovayî (Humaniter) û yen mina penaberîyê.

Li alîyen di hêjî xala ‘Duldung’ heye. Ew xal tê danîn ji boy miroven ku ji ber gelek sebebên ji hev cuda ku ji Almanya Federal nayen dervayî sinorkirin. ‘Duldung’ hima beje di derece ka wisa deye ku bê mafen sosyalin.

 

Mafên Sosyal

  Li gorî xala runiştinê mafên sosyal(yên mîna perên bêkarbûne, ALG II, BAFÔG, Perên zarukan û yen di yî zarukan, mafên xanî û mafên ji ber penabertîyê ) ji hatine sazkirin. Temamên van mafên sosyal bi gelek xalên destûrê(qanunî) hatine sazkirin.

 

 

Hemwelatî û Girtina Hemwelatîyê (Einburgerung)

  Di destûrêde (qanunde) çewa û kî dikare bibe hemwelatîyê Almanyaya Federal û kîjan zarukên ku li vêderê çebûne dikarin bibin hemwelatî hatine nivisandin û sazkirin. Yek ji wan şertên ku tê xwestin ji boyî hemwelatîyê ewe ku diwê mirov demekî li vî welatî runiştibe û jiyanbûbe. Dirêjahîya vê demê li gorî xala runiştinê hatiye sazkirin. Mîna mînak yên ku bi yekî/yeka hemwelatîye/ya almanre zewicîye û mirovên ku mafên wan yên penaberîyê hene ev dem kine ne wisa mîna yên di direje. Bi gelanperî piştî 8 salên runiştinê mirov dikare serî lê bide, dema ku şertên dî (hatin-hatina pera-,zanebuna zimanê Almanî û nebuna cezayên li pêş dadgeheka Almanî u herwekî din)hatibin cî.

 

Li ser van mijara tevekan em bi Parêzervanî ji boy we berfireh kar dikin û mafên hewe diparezin

Û ji boy vê jî:

.    Bi  rengekî  berfireh şewirdarîya hewe dikin 

.    Ji boy serdana penaberîyê em hewe di nimînin û mafên we diparêzen

.     Em hewe dinimînin dema ku dadgeh bixwaze penabertîya we car din ji we bistine  

    Em hewe dinimînin dema win serî li Hemwelatbunê bidin

.     Em hewe li Ausländer, Sozialbehörden û Kindergelkassen di nimînin 

.   Em hewe li dadgehen kargerî û sosyal dinimînin 

.    Em hewe li dadgehe li dijî radestkirinê /Auslieferung) dinimînin 

.     Ji boyi dawê û dozên hewe li dijî Îşkence û dema ku mafên weyî mirovahîye hatibin perçiqandin em alîkarîya we dikin û we dinimînin

.    Em hewe li pêşberî dadgeha evrupî ya Mafên Mirovan dinimînin

 

  Dada Çowarî (Hiquqê Trafik)

 Di wateya çowarî de (Trafik ) li ser dadê (hiquqê ) bikaranîna rêyan tê sekinandin. Disa di wî wateyîde ehlîyeta gerdunê (erebe-auto) û pêve giredayî dema ku qedayek (kaza) çêbive cezayên pera anjî cezayen dî li vir tene sazkirin. Di wateya çowarî de (Trafik )diwe  berî her tiştî mirov haja xwe ji zarukan, peyayan û ajotvanen duçerxê (bisikletê) bîne. Ji ber ku ev gruba yên ziîfin( qelsin).

Li ser van mijara tevekan em bi parêzervanî ji boy we berfireh kar dikin û mafên hewe diparezin

Û ji boy vê jî:

 

     Dema we li dervayî destûrê (qanun)li ser rêyan xwe lebitand 

.      Di halen xeterî hebe ku ehlîyeta we ji we bê standin û doza ceza anjî peran li ser hatibe rakirin

.    Dema qedayek (kaza) çebube bi sigorta alîyê dîre dan u standin u nivisandine we  

    Piştî qedayekî ji boyî peliknivisndina hal û ji boyî pêdandina (tespit) hal, pêdandina xesarê( perên çakkirinê-tamîrê-yanjî cardin gerduneka -erebe-mîna ya we,dema ku we gerdunek kirê kir perên we, perên pelika pispora u herwekî din)û ku pê diwe rakirina daweyekî 

.     Eger piştî qedayekî (kaza) win brindar bubin(mina siware gerdunê,siwarê duçrxê û yanjî bi peyayî) serîledana li dadgehê ji boyî perên êşê û pejirandina vê li pêş dadgehê

    bi rengekî berfireh em şewirdarîya hewe dikin û we dinimînin.

 

 Dada Malbatiyê ( Hiquqê Aîlê ), Mafên Kesanetîyê, Zewac di navbera Homoseksuelanda û Parastina Li dijî Tade û Zora di Malbatêde

  Dada malbatê ji ber ku di navde gelek dilêşî û girêdanen ciwakî hene ji mirov tê daxwazkirin ku mirov bi zîzî û peljenî xwe nêzî pirsgirekê bike.

Di nav Dada Malbatêde ew hene:

 Daxwazên berdanê, mîna hevkirina debarê anjî aborê, mafên dayikbûnê anjî Bavîtiye ku zarukan xwedî bikin, mafên dîtina zarukan, pirsgirêka xwe xwedîkirinê, xanî û debara malê, nefeqe û di kîjan Hewallande zewac puç dibe.

Ji mafên kesanetîye yên navnetewî û di hin zirufên teybette mirov dikare di dadgehên Almanya Federal de dada malbatê ya welatêkî dî bi kar bîne. Ji boy vê diwe ku her du alîjî ne hemwelatîye Almanya bin û wan Passe Almanî tûnebin.

Bi piranî pêdiwêtî heye ku mirov dozê li dadgehê veke ku biryarên kurtejiyan bide. Ji boy mafên mirovî ku hene bi cî bên, pêdiwêtî heye u ji boy ku ev mafa hinda jî nebin. Mîna mînak ji boy mafê zarukayî runiştinê yanî mana li vêdere hunda nebe û ev mafa bi rengekî fermî bêt pejirandin pêdiwê mirov vê dozê rake yanjî dema ku herese (xeter) hebe ku zaruk bêne revandin ev biryara di ciyê xwedene. Lê dema ku hewall hatibe wêderê ku zaruk hatibin revandin u li welatekî dîn bin; disa mirov dikare li gorî Lihevhatina ‚Haager’ ya Navnetevî wan zaruka şûnde vegerîne. Lê bele ji boyî pêkhatina vê buyerê diwê ku ew welatê ku zaruk lê ne jî vê lihevhatinê pejirandibe.

 

Li derveyî Pirsgirekên di malbatêde hene wateyek dî ku diwê mirov bi rêya Biryara Dadgehê ya lez bide daxwazkirin jî ewe ye: parastina ji zorê ya ku di malbatêde heye. Mafên sivîlî hene yen di vî warîde dihelin ku biryarên qedexekirinan bêne dayîn. Di waren ku têde zor têne bi kar anîn, haqaret tê kirin anjî zixt têne kirin Dadgeh dikare biryarên qedexekirina têkilîye bide û eger ku alîyê dî xwe bi vê biryarê ve negire dibe ku ew bi cezayen pera bê cezakirin. Hetta dibe ku alîye dî (yê zordar) ji xanî (malê), dikanê, bûroyê bêt avetin. Hetta dibe ku li ser vê biryarê ew xanî, bûro anjî dikan ji alîyê ku zor dîtîre bimîne.

 

Di destûrêde(qanunda) hatiye sazkirin ku newekhewîya ku li ser malbaten hemcins yanî Homoseksuel tê kirin bi xala ’Lebenspartnerschaft’ bê rakirin, lê belê hej piştî danîna vê xalêjî  ev newekhevî nehatîye rakirin.

 

Hinek hal hewallen dîyî malbatê ku têde pirsgirêk çebivin jî heve ne ku dema yek ji alîyan

ne hemwelatîyê Almanyaya Federal be yanjî mafê xwe(wî/wê) yî runiştinê negirtibe. Ev hal u hewal ji heve ne:

                Zewicandin, naskirina fermî ya pêlika, nivisandinayî fermî ya zarukan, naskirina  bavîtî u mafê xwedîkîrîna(mezinkirina) zarukan, azadkirina ji anîna pêlika  karîbuna zewacê (pelikê ku têde dinivisîne mirov kare bi zewice), bi navkirina (naskirina nava) xwe bi xwe u navdanîna zarukan, naskirin u nivisandina zanebunen kesane di pelkê Gelhê(nufûs) û wekîdin.

 

Li ser van mijara tevekan em bi Parêzervanî ji boy we berfireh kar dikin û mafên hewe diparezin

Û ji boy vê jî:

 

                    

.     Em şewirdarîya we dikin û dikarin jiwere rêyeka ku mirov karibe bajo peş we bikin 

.      Em hewe li pêş Cergê (daire) dinimînin

    Em hewe li pêş dadgehê dinimînin

 

Dada Komelê (Hiquqê Dernekê)

 Dada komelê bi gelek xalê destûrê hatiye sazkirin. Komel sazîyeke (rêxistineke) ku gelek kes ji boy pêkanîna armancekî têne bal hev û lê dixebitin vê armanca xwe bi cî bînin. Di destûra bingehîde mafê damezirandina komelê ji boyî hemwelatîyên Almanyaya federal hatiye nasîn  ( mafên almanayî bingehî ). Komela ku endamên we anjî piranîya karbidestên wê ne hemwelatîyên Almanyaya Federal in diwê ji bilî serlêdanên dî program u armancên komela xwe ji LKA’re( Ji navenda Polîsen Eyaletên re) bişînin û erenîya wan bigrin. Komelek dibe ‘Komelek Nivisandî’(Registrierte Verein) yanî statuya e.v digre piştî ku di nîvisgeha komelande bê nivisandin. Ji boy vê jî diwê ku bi kêmayî 7 kes ji boy damezirandina komelê bicivin u xwe li ser programê (birnamicê) komelê bikin yek û ev program diwe ku li gor dada komela (hiquqê komela) hatibe nivisandin. Komelek Nivisandî dikare kêmtir bêsê (vergi) bide, dema ku ev komel ji aliyê Finanzamtê ji bercewenden gelanperî (gelîrî) bê naskirin û ew jî dîsa di destûrênde hatine nivisandin. Armancên komelê ji diwe ku ji programê wê bê naskirin. Komel dikare bibe karmend û maf û erkên li gorî dervayî komelê û di komelêdejî li hamber hev di destûrêde (qanunda) hatine nivisandin û di programê komelêdejî diwe ku hêj berfireh bêne nivisandin.

 Li ser van mijara tevekan em bi Parêzervanî ji boy wen berfireh kar dikin û mafên hewe diparêzin

Û ji boy vê jî:

     Berî ku Komel bê damezrandin Şewidarî û dan û standinên ramanan

.        Ji boy ku Komel bibe ‘Komelek Nivisandî’û ji boy ku karibe ji dema bercewendîyen bêsê(vergî) bê naskirin bi hevre karkirina li ser programê komelê

       Ji boy ku programê komelê ji alîyê Fînanzamtêve bê pejirandin berî ku program bê şandin ji boy LKA û ji boy cîyê nivisandinê bi Fînazamtêre dan û standinen li ser programê komelê

.    Hatin û tevlêbuna civîna sazkirin u nivisandina programê komelê 

       ku komel bê qedexekirin niminandin li cergên Fermî û Dadgehan

 

 Dada Ragehandinê ( Hiquqê Presse )

 Sazkirin û kirdarîkirina dada ragehandinê (Hiquqê Presse) di destûrêde (qanun) di nav mafên bingehî yê parastîde ê azadîya ragêhandinêde cîyê xwe digrin. Dada ragehandinê (Hiquqê Presse) azadîya ragehadina ramanê û belavkirina wê û azadîya kesane (ferdî) û mafê kesane(ferdî) û azadîya çêkirina anjî avakirina weneyên xwe yî kesane (ferdî) pêk tê.

Ji erken rojnemewanane (Reporter) û kesen ku li ser buyeran dinivisînin ku li ser buyeran rast u objektif binivsînin û gotarên ne rast belev nekin. Rojnamewan diwe dema ku ramana xwe dîyar kir sinorên îhtîramê derbas nekin û ramanên wande heqaret tunebin û hay ji mafên kesane (ferdî) hebin.

Di dada ragehandinê de ji di van xalên ku me nivisandide pirsgirek çêdibin. Li ser dozrakirinên ku li dadgêha Destûrê hatine dîtin di vê holêde mafên kesane(ferdî) hatine bi hêzkirin. Belavkirina ragehandinên ne rast u çevtkirina serpêhatiya dibe sedem ku mafên sivîlî kesanî yên kesên ku li ser wan hatiye nivisandin bê perçiqandin.  Ev yek dibe sedem ku ev ji wî kesîre mecal vedibe ku dozê li ser kes û sazîyên ku ev nûçe ragehandine rake. Ev maf jî eve ne.

                 Raman û nivisandinên li ser serpêhatinê ji alîyê xweve, rastkirina nûçê, ne  tekrarkirina nûçê, telafîkirina xisara pêzevî (maddî) û ne pêzevî

 

 

Bi piranî pêdêwêtî heye ku mirov dozê li dadgehê veke ku biryaren kurtejiyan bide. Ev jî ji boy ku mafê mirov bêne parastin û mafên mirov hunda nebin gelkî girînge. Diwê mirov bi lez mafê xwe bi dadgehê bide pejirandin ku mirov maf heye ku ji alîyê xweve li ser buyer anjî nûçeyê binivsîne û ragehîne. Ji ber ku ev maf dibe ku piştre hunda bibe. Mixabin doz rakirinen bi vî hawî pir buhane û ji ber vê yekê jî Konzern û Firmên mezin hevîyên xwe bi vê yekêve girêdidin ku wê kes nikaribe dozê li ser wanan rake.

 

 

Li ser van mijara tevekan em bi Parêzervanî ji boy berfireh kar dikin û mafên hewe diparezin

Û ji boy vê jî:

   

.    Em berfireh şewirandarîya we dikin û şansê weyî bi serketinê ji were dibejin û li ser rîska dozê bi were diaxiwin 

   Nimandina mafên we li hamberî konzern û Firmen Medîyayê 

     Di her hal û hewalîde em we li hamberî dadgeha dinimînin.

 

hermanns@rajus.org